Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Daxuyaniya Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê:

Birêz Abdullah Ocalan, derbarê yekemîn civîna komîsyona ku li gorî “Qanûna Xurtkirina Pevgirêdana Neteweyî û Yekîtiya Civakî” hat avakirin û derbarê îdîa û tawanbarîyên nerast ên van çend rojên dawî li medyaya civakî belav dibin, vê daxuyanîyê ji bo parvekirina bi raya giştî re şandiye ber destê Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê.

Em ji bo agahdariya raya giştî pêşkêş dikin:

“Agahî ji bo raya giştî

“Rêzdar Serokkomar û Rêzdar Devlet Bahçeli îradeya xwe ya bihêz nîşan dan. Li ser bangewaziya min, têkoşîna çekdarî bi dawî bû. Partiyên siyasî jî piştgirîya dîrokî dan. Bi vî awayî “Qanûna Xurtkirina Pevgirêdana Neteweyî û Yekîtiya Civakî” hat pejirandin. Komîsyona ku li gorî vê qanûnê hat avakirin, duh yekemîn civîna xwe pêk anî. Ev nîşan dide ku pêvajo bi gavên zexm pêşve diçe.

“Em gihîştine qonaxeke krîtîk. Di vê serdema dîrokî de hin derdor hewl didin pêvajoyê têk bibin. Ev hewlên wan komplo ye û li dijî min in. Gotin, dîtin, nav, belge û notên ku di medyayê û medyaya civakî de belav dibin û bi min re têne girêdan, ne rast in. Ev parvekirin tevgerên provokatîf ên dijberên pêvajoyê ne.

“Ez ê hewldanên xwe yên ji bo avakirina aştiya civakî û hiqûqa biratiyê hîn zêdetir pêş bixim.

“Ez her kesî û her alî vedixwînim ku bi ruhê biratiyê, bi hişmendî û bi hestiyarî nêzîk bibin û hewl bidin.”

Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê

25 Tebax 2026